Artêşa Israîlê: Me keçeke Êzidî li Xezzeyê rizgar kir

Navenda Nûçeyan (K24) - Artêşa Israîlê radigehîne, keçeke Êzidî li Xezzeyê rizgar kiriye ku berî 10 salan ji aliyê çekdarên DAIŞê ve hatiye revandin û bi qaçaxî bo Filistînê hatiye veguhastin.
Artêşa Israîlê duhî (Pêncşem, 03.10.2024) di beyannameyekê de parve kir ku, li vê heftiyê di operasyoneke aloz de û bi hevahengiya Amerîka û Urdin û hevpeymanên din ên navdewletî ew keçeke Êzidî bi navê Fewziye Seydo rizgar kiriye ku jiyê wê 21 sal e.
Artêşa Israîlê amaje jî daye ku, ew keça Êzidî bi awayekî nihênî li Deriyê Kerem Ebu Salimê rizgar kiriye û paşî di Deriyê Şah Hisên re veguhastiye Urdinê û ji wê derê jî şandiye Îraqê û bi malbata wê şa kiriye.
Herwesa Wezareta Derve ya Îraqê jî vegerandina wê keça Êzidî piştrast kiriye û ragehandiye, bi alîkariya Amerîka û Urdinê piştî zêdetirî çar mehên bizav û lidûçûnê, kariye wê keçê rizgar bikin, bê ku cihê rizgarkirina wê eşkere bikin.
Her di derheqa wê keça Êzidî ya rizgarkirî de, Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîkayê Matthew Miller li Waşintonê ragehand, “Ew keç 11 salî bû dema ku ji aliyê DAIŞê ve ji Îraqê hatibû revandin û firotin û hatibû neçarkirin ku bi çekdarekî Hemasê re li Xezzeyê bizewice."