Wezîrê Derve yê Îranê gehişt Libnanê

Navenda Nûçeyan (K24) - Wezîrê Derve yê Îranê bi serdaneke fermî gehişt Libnanê. Piştî kuştina Sikirtêrê Giştî yê Hizbulaha Libnanî, ev serdana yekê ya berpirsekî bilind ê Îranê ji bo Libnanê ye.

Wezîrê Derve yê Îranê Ebas Êraqçî îro (În, 04.10.2024) bi serdaneke fermî gehişt Balafirxaneya Navdewletî ya Refîq Herîrî li Beyrûta paytexta Libnanê.

Ev serdana Wezîrê Derve yê Îranê ji bo Libnanê serdana yekê ya berpirsekî bilind ê Îranê ji bo Libnanê ye, piştî kuştina Sikirtêrê Giştî yê Hizbulaha Libnanê Hesen Nesrula ji aliyê Israîlê ve û êrîş û bombebaranên artêşa Israîlê bo ser çend deverên Libnanê li başûrê wî welatî.

Biryar ew e ku Wezîrê Derve yê Îranê di dema serdana xwe de Serokê Hikûmeta Libnanê û Serokê Perlemana Libnanê bibîne.

Rewşa Rojhilata Navîn ji ber şerê navbera Israîlê û her yek ji Bizava Hemasê ya Filistînî û Hizbulaha Libnanî arasteyeke tund wergirtiye û roj bi roj astê wî şerî bilindtir dibe û pêşkeftin û alozî li ser astên serbazî, tenahî, mirovî û tendirustî zêdetir dibin û egerên berfirehbûna wî şerî û dirêjbûna wî li deverê vekirî ne.

Hêzên Israîlê li serê sibeha roja Duşemê (23.09.2024) dest bi êrîşên asmanî bo ser deverên başûr û rojhilatên Libnanê kir.

Herwesa hêza asmanî ya Israîlê li roja Înê jî (27.09.2024) civîneke Hizbulaha Libnanê bi serperiştiya Hesen Nesrula kir armanc, ku di encamê de Hesen Nesrula û hejmareke fermandeyên bilind ên Hizbulahê hatin kuştin.

Rewangeha Sûriyeyî ya Mafên Mirovan duhî (Pêncşem, 03.10.2024) ragehand, “Israîlê Hesen Qesîrî di apartmaneke akincîbûnê ve li taxa Fîlatê li devera Mezzeyê ya Dîmeşqê kuşt, ku ew çend seet bûn ew gehiştibû Sûriyeyê.”

Fly Erbil Advertisment