Xamineyî: Her erkekê bikeve ser Îranê bi hemî hêza xwe bi cih tîne

Elî Xamineyî
Elî Xamineyî

Navenda Nûçeyan (K24) - Rêberê Bilind ê Komara Îslamî ya Îranê amajeyê dide, “Eger Misilman hevgirtî bin, Xudê dê izet û desthilat û şiyanên xwe pêşkêşî wan bike û dê bi wan re be.” Herwesa got, “Her erkekê bikeve ser Îranê, bi hemî hêza xwe bi cih tîne.”

Rêberê Bilind ê Komara Îslamî ya Îranê Elî Xamineyî îro (În, 04.10.2024) di gotara Înê de li Tehranê ragehand, “Gotara Quranê ji bo Misilmanan hevgirtin û bihevrebûn e. Eger Misilmanan ev kir, Xudê dê zêdetir izeta xwe pêşkêşî wan bike û dê li pişta wan be û ew dê bi ser hemî dijminên xwe bikeivin.”

Elî Xamineyî amaje jî da, “Li beranberî wê gotarê, siyaseta dijminên Îslamê ew e ku duberekî û şeran bixin navbera Misilmanan, lê Misilman gelek ji wan pilanan şiyartir in.”

Navbirî ron jî kir, “Dijminê gelê Îranê her eynî dijminê gelê Filistîn, Libnan, Îraq, Misir, Sûriye û Yemenê ye. Ev dijmin li her cih û dever û welatekî bi awayên cuda cuda şerê Misilmanan dike û di cihekî de fermana êrîşkirina ser Misilmanan derdixe.”

Rêberê Bilind ê Komara Îslamî ya Îranê herwesa got, “Divê kemerbenda bergiriyê li Evxanistan, Xezze û Libnan û Îranê bi tundî bê girêdan û derfet bi dijminan neyê dan.” Ron jî kir, “Li dû destûrê Îslamê û qanûna navdewletî, her miletekî maf heye bergiriyê ji ax û niştîmanê xwe bike.”

Elî Xamineyî tekez jî kir, “Mafê gelên Filistîn û Libnanê ye ku bergiriyê ji xwe bikin û çi kesek jî nikare rêyê li bergirîkirina çi kesekî li Xezze û Libnanê bigire, ji ber ku Îslamê û qanûna navdewletî jî ev maf daye wan.”

Navbirî bal kêşa ser wê yekê jî ku êrîşa Tofana Eqsayê êrîşeke rewa ya gelê Filistînê bû, bergiriya Libnaniyan jî li Filistînê bi eynî awayî rewa bû. Herwesa got, “Her erkekê bikeve ser Komara Îslamî ya Îranê, bi hemî hêza xwe bi cih tîne. Êrîşên moşekî yên li ser Israîlê jî biçûktirîn erk bû ku bi cih anî.”