Ferîd Azad û Behcet Çîftçî serbest hatine berdan
Diyarbekir (K24) - Ferîd Azad ê Endamê Platforma Ciwanên Serbixwe ku li Mêrsînê dihate darizandin derket pêşberî dadgehê û di encama rûniştina îro de biryara serbest berdana wî hate dayîn.
Endamê Platforma Ciwanên Serbixwe Ferîd Azad ê ku 9ê Tîrmehê hatibu binçavkirin li Mêrsînê bi rêya SEGBÎSê derket pêşberî dadgehê.
Di encama rûniştina yekem de, biryar hate dayîn ku Ferîd Azad û Behcet Çîftçî werin berdan û bi awayeke serbest werin darizandin. Rûniştina yekem ji aliyê parêzer Îbrahîm Guçlu, Sitki Zîlan, Bedrî Kuran, Azad Dag ve hat şopandin. Hat ragihandin ku dîtina dozê bo 6ê Berfanbarê hatiye taloqkirin.
Platforma Ciwanên Serbixwe di demên dawîn de bi xebat û çalakiyên bo zimanê kurdî derketibu pêş û endamên platformê didin zanîn ku ew rêbaza tundûtujiyê red dikin.