Dadgehê malpera Weşanên Avestayê girt
Weşanên Avestayê ragihand, Dadgeha Silh-Ceza ya 4an a Enqerê malpera weşanxaneyê girtiye.

Navenda Nûçeyan (K24) – Weşanên Avestayê ragihand, Dadgeha Silh-Ceza ya 4an a Enqerê malpera weşanxaneyê girtiye.
Weşanên Avestayê li ser hesabê xwe yê Twitterê ragihand, Dadgeha Silh-Ceza ya 4an a Enqera bi hênceta ku “propagandaya rêxistina PKK/KCK dike” malpera wan girtiye.
Herwiha di daxuyaniyê de hatiye eşkerekirin: “http://avestakitap.com tenê danasîn û firotina kitêban dike. Ligel qedexekirina kitêban ev sansûreke fiîlî ye, nayê qebûlkirin.”
Dadgehê https://t.co/lXpx3n5hOA girt!
— Avesta Yayınları (@avestayayin) February 22, 2023
Dadgeha Silh-Ceza ya 4an a Enqera bi hênceta ku “propagandaya rêxistina PKK/KCK dike” websîteya me girt. https://t.co/lXpx3n5hOA tenê danasîn û firotina kitêban dike. Ligel qedexekirina kitêban ev sansûreke fiîlî ye, nayê qebûlkirin. pic.twitter.com/DE8HL2xd7k