Tîma Kurdistan24 ji aliyê Partiya Zaferê ve hat astengkirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Rêveberên Partiya Zaferê nehiştin tîma Kurdistan24ê daxuyaniya çapemeniyê ya Ûmît Ozdag bi Kemal Kiliçdaroglu re bişopîne.

Peyamnêrê Kurdistan24ê li Enqerê Vural Erişmiş û kameraman Mehmet Tûre ku ji bo şopandina daxuyaniya çapemeniyê ya Ûmît Ozdag û namzedê Serokomariyê yê Tifaqa Miletê Kemal Kiliçdaroglu çûne pêşiya navenda li pêşiya Navenda Partiya Zaferê, ji aliyê rêveberên Partiya Zaferê rastî astengiyan hatin.

Rêvebirên Partiya Zaferê nehiştin ku nûçegihanê me mîkrofona xwe deyne ser dîwanê.

Peyamnêrê me Vural Erişmiş got ku biryara astengkirinê ji Ûmît Ozdag ve hatiye.

Li ser medyaya civakî gelek rojnameger û welatiyan bertek nîşanî vê bûyerê dan.