Serokê Herêma Kurdistanê ligel Komîsyona Bilind a Hilbijartinan a Iraqê civiya

Pêngavên amadekariyê ji bo hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê gotûbêj kirin.

Hewlêr (K24) - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan a Iraqê re civiya û pêngavên amadekariyê ji bo hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê gotûbêj kirin.

Îro Pêncşemê 15ê Hezîrana 2023an, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li Hewlêrê bi Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinên Iraqê re civiya ku li ser vexwendina Serokê Herêma Kurdistanê ji bo guftûgokirin û pêngavên amadekariyê yên hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê serdana Hewlêrê kirin.

Di civînê de Nûnera Taybet a Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî ya Iraqê Jeanine Hennis-Plasschaert, Cîgirên Serokê Herêma Kurdistanê, tîmeke pispor a UNAMI û serok û endamên Encûmena Komîsyonên Iraqê amade bûn. Nêçîrvan Barzanî tekez kiriye ku divê ji bo hilbijartinên Herêma Kurdistanê di demeke kurt de gav bên avêtin.

Li gor daxuyaniya Serokatiya Herêma Kurdistanê, Nêçîrvan Barzanî amadehiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê û hemû aliyên pêwendîdar ji bo serxistina proseyê nîşan daye.

Jeanine Hennis-Plasschaert û tîma UNAMIyê piştevaniya xwe ji bo pêngavên Nêçîrvan Barzanî nîşan dan û amadebûna xwe ya ji bo pêşkêşkirina alîkariyan ji bo lidarxistin û serkeftina hilbijartinan nîşan dan.

Serokatiya Herêma Kurdistanê ragihand ku Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinên Iraqê û Encûmena Komîsyaran ji bo vexwendin û balkişandina li ser danûstandin û gotûbêjan spasiya Serokê Herêma Kurdistanê kirin û biryar hat dayîn ku ji bo diyarkirina roja hilbijartinan di peywendiyê de bin.