Eşwaq Caf: Eger îradeyek rast hebe dê îsal hilbijartinên parlamentoya Kurdistanê bên kirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Endama Komîteya Navendî ya Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) Eşwaq Caf ragihand, eger îradeya rasteqîne li cem partiyan hebe, ew dikarin îsal hilbijartinên parlamentoya Kurdistanê bikin.

Eşwaq Caf derbarê civîna îro ya PDK û YNKê de got: “Giring e îradeyek rasteqîn li cem partiyan hebe ji bo lidarxistina hilbijartinên bê yên parlamentoyê, ji ber wê jî pêwîst e em bizanin ka biraderên YNK çawa û kengî dixwazin ev hilbijartin bên kirin, ji ber ku helwesta me wek PDKê derbarê hilbijartinan de aşkere ye.”

Derbarê amadekariyên Komisyona Bilind a Hibijartinan de, Eşwaq Caf got: “Rast e komîsyonê gotiye, ji aliyê teknîkî ve ne pêkan e ku îsal hilbijartin bên kirin, lê bi nêrîna min eger îrade û lihevkirinek di navbera aliyên Kurdistanî de hebe, dikarin israr bikin ku îsal hilbijartin bên kirin.”

Eşwaq Caf di berdewamiya axaftina xwe de got: “Pêşxistina hilbijartinên parlamentoyê dê bandoreke neyînî li rewabûna proseya demokrasiyê li Herêma Kurdistanê bike.”

Derbarê hilbijartinên encûmenên parêzgehên Iraqê û yekrêziya Kurdan li navçeyên Kurdistanî de jî, Eşwaq Caf wiha dibêje: “Eger piraniya partiyên Kurdistanî bi yek lîsteyê beşdarî hilbijartinan bibin, dê bandoreke erênî li ser derûniya welatiyên Kurd li navçeyên Kurdistanî bike û derfetê dide ku deng û kursiyên Kurdan vala neçin, bi taybet li Kerkûkê ji berku di rewşeke taybet de ye.”