Dilşad Şehab: Serokatiya Herêma Kurdistanê rojeke nû ji bo hilbijartinan diyar dike

Serokatiya Herêma Kurdistanê rojeke nû ji bo encamdana hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê diyar dike.

Hewlêr (K24) – Serokatiya Herêma Kurdistanê rojeke nû ji bo encamdana hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê diyar dike.

Berdevkê Serokatiya Herêma Kurdistanê Dilşad Şehab di daxuyaniyekê de bo malpera Serokatiya Herêma Kurdistanê ragihad, li ser fermana Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û bi mebesta wergirtina fikr û ramanan ji bo destnîşankirina roja nû ya ji bo hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê, îro çarşemê 26ê Tîrmeha 2023an, şandeke bilind li Serokatiya Herêma Kurdistanê, bernameya rêze serdanên xwe ji bo partî û aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê dest pê kirine ku tê de fikr û ramanên partî û aliyan ji bo diyarkirina dema nû ya hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê wergirtine.

Dilşad Şehab diyar kiriye ku hêz û aliyên siyasî pêşwazî li vê pêngava Serokê Herêma Kurdistanê kirine û amadebûna xwe ji bo piştevanîkirina vê pêngavê û piştgiriya xwe ji bo serxistina proseyê nîşan dane.

Şehab eşkere kir, di hevdîtinên xwe de partî û aliyan hewlên Serokê Herêma Kurdistanê yên ji bo yekrêziya navxweyî û yekhelwestî û yekbûna siyasî di asta mijarên çarenûssaz de wek girîng û xemxurî bi nav kirine.

Li ser encama dawî ya bernameya serdanan jî got: “Em serdana hemû partî û aliyan dikin û piştî komkirina nêrînên wan, Nêçîrvan Barzanî fermana Herêmî ji bo destnîşankirina dema nû ji bo hilbijartinên xula şeşem a Parlamentoya Kurdistanê derdike.”