Efserekî Fermandariya Kerkûkê: Em dikarin bi dengê xwe rê li ber erebkirinê bigirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Efserekî Fermandariya Kerkûkê bang li xelkê dike ku biçin ser sindoqan û dengê xwe bidin Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û dibêje: “Em dikarin bi dengê xwe pêşî li erebkirina bajêr bigirin.”

Efserê Fermandariya Kerkûkê ya Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê Mihemed Mela Cîhad ku roja 16ê Cotmeha 2017an birîndar bûbû, ji K24ê re ragihand, “Kerkûk hatiye erebkirin û niha bajar di bin kontrola komeke şovenîst de ye. Îro em dikarin bi dengên xwe dawiyê ji vê zordariyê bînin.”

Mihemed Mela Cîhad bang li hemû hêzên Pêşmerge, polîs û asayîşê kir ku bi coş biçin ser sindoqan û dengê xwe bidin, da ku Kerkûk careke din neyê erebkirin.

Got jî: “Xelkê Kerkûkê me nas dikin û dizanin em dikarin çi bikin. Em heta kêliya dawî ji roja 16'ê Cotmehê man, me dixwast ji bo zarokên Kurd dîrokê binivîsin, lê hin kesan nehiştin.”

Mihemed Mela Cîhad bang li xelkê Kerkûkê kir ku “Biçin ser sindoqan û dengê xwe bidin lîsteya 197 ya Partiya Demokrata Kurdistanê (PKK) ku hertim berevanî li Kerkûkê kiriye.”

Proseya dengdana taybet bo hilbijartinên encûmenên parêzgehên Iraqê îro demjimêr 7ê sibê dest pê kir û dê heta demjimêr 6ê êvarî berdewam bike.