Embarên milîsên Îranê li gundewarê Dêrezorê hatin bombebarankirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Dronên nenas embarên Eyaş ên milîsên Îranê li gundewarê rojavayê Dêrezorê bombebaran kirin.
Rewangeha Sûrî bo Mafên Mirovan belav kir, Di encama bombebarana embarên Eyaşê yên milîsên Îranê li gundewarê rojavayê Dêrezorê ji aliyê dronên nenas ve, teqînên mezin rû dan.
Amaje bi wê kir, dengê teqînan gihişte taxên bajêr, lê derbarê ziyanên mirovî de, heta niha ti agahî nehatine bidestxistin.
Duh jî droneke nenas otombîleke milîsên Îranî li bajarê Bokemalê yê li ser sînorê Sûriye-Iraqê kir armanc, bêyî ku ti agahî derbarê ziyanên mirovî bên bidestxistin.