Serokê Herêma Kurdistanê Cejna Cemayê li Êzidiyan pîroz dike

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî cejna Cemayê li gelê Êzidî pîroz kir û piştevaniya Herêma Kurdistanê ji berevaniya li maf û daxwazên pêkhateya de tekez dike.
Deqa Serokê Herêma Kurdistanê:
Ez bi germî û pir bi dil Cejna Cemayê li tevahiya xûşk û birayên me yên Êzdî yên li Kurdistan, Iraq û li her cihekê cîhanê bin, pîroz dikim.
Hêviya cejneke tena û aram ji bo hemûyan dixwazim, hêvîdarim ev cejne û hemû cejn û bîrhatinên wan, hertim bi xêr û xweşî vegerin.
Em careke din welatiyên xwe yên Êzdî piştrast dikin ku, wek hertim, dê her piştevan û parêzvanên maf û daxwazên wan bin, herwesa ji bo hemû pêkhateyên olî û neteweyî Herêma Kurdistanê dê her welatê pêkvejiyana aştiyane be.
Cejna Cemayê li hemûyan pîroz be û her sal bi xêr û xweşî be.
Nêçîrvan Barzanî
Serokê Herêma Kurdistanê
06.10.2024