Israîlê bi giranî Beyrût moşekbaran kir
Navenda Nûçeyan (K24) - Careke din artêşa Israîlê bi giranî başûrê Beyrûtê moşekbaran kir û li dû zanyarên destpêkê, şeş kes hatine kuştin, lê nehatiye eşkerekirin ka ew kes sivîl an jî çekdarên Hizbulahê ne.
Artêşa Israîlê şeva borî (Yekşem, 06.10.2024) bi giranî dest bi moşekbarankirina başûrê Beyrûta paytexta Libnanê kir. li dû zanyarên destpêkê, pêgeheke nêzîkî Balafirxaneya Refîq Herîrî di wê êrîşê de hatiye moşekbarankirin.
Tendirustiya Libnanê ragehand, “Ji ber êrîşa îşev ya li ser başûrê Beyrûtê, şeş kes hatine kuştin.” Lê çi zanyarên din eşkere nekirin ka gelo ew kesên hatine kuştin sivîl an jî çekdarên Hizbulahê ne.