10 kes bi tometa endamtiya Cemaeta Gulen hatin binçavkirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Li 4 bajarên Tirkiyeyê, 10 kes bi tometa endamtiya Cemaeta Fethulla Gulen hatin binçavkirin.
Serdozgeriya Konyayê, di çarçoveya lêpirsîna Cemaeta Gulen di nava Artêşa Tirkiyeyê de, derbarê 12 kesan biryara binçavkirinê da.
Hêzên ewlekariyê bi fermana Serdozgerî, li Konya, Enqere, Stenbol û Îspartayê operasyon encam dan.
Di operasyonên hevdem de, 10 kes hatin binçavkirin. Bi armanca girtina 2 kesên din jî operasyon berdewam didomin.