Mesrûr Barzanî: Armanca me ye xizmeta ciwanan bikin û şiyanên wan pêş bixin

Navenda Nûçeyan (K24) - Bi amadebûna Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê, merasîmên temambûna qonaxa yekê û ragehandina qonaxa duyê ya pirojeya Geşaneweyê bi rê ve çûn.
Serokwezîr Mesrûr Barzanî îro (Sêşem, 08.10.2024) di nav merasîmên temambûna qonaxa yekê û ragehandina qonaxa duyê ya pirojeya Geşaneweyê de gotarek pêşkêş kir û dilxweşiya xwe ji bo serkeftina wan ciwan û kesan diyar kir ên ku feyde ji wê pirojeyaê wergirtiye û got, “Desthilatdariya durist yanî zêdetir xizmetkirina welatiyan û baştirkirina jiyana wan û peydakirina derfetên karî yên wekhev ji bo hemiyan.”
Mesrûr Barzanî amaje jî da, “Pirojeya Geşaneweyê yek ji pirojeyên Kabîneya Nehê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê bû û giringiyeke zêde pê hatiye dan, û piştî ceribandina wê pirojeyeke serkeftî bû.” Tekez jî kir ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê dikare gerentiya serkeftina wê pirojeyê bike û daxwazê ji bankên taybet bike ku tevlî wê pirojeyê bibin.”
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ron jî kir, “Ev piroje ji bo piştevaniya darayî û pêşkeftina aborî ya kertê taybet e, xasma ku hikûmet piştevaniya bankên taybet dike ku qerzan bide welatiyan, ji bo destpêkirina pirojeyên wan û baştirkirin û zêdekirina karên wan.”
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê eşkere jî kir, “Hikûmetê heta niha 10 miyon dolar danane ji bo ku bank di pirojeya Geşaneweyê de li ser dana qerzan bi xwediyên pirojeyan pişkdar û berdewam bin.” Herwesa got, “Heta niha zêdetirî sê milyar dînaran wekî qerz ji welatiyan re hatine dan, ji bo pirojeyên wan.”
Serokwezîr Mesrûr Barzanî bal kêşa ser wê yekê jî ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê zêdetir alîkariya wan pirojeyan dike û daxwaz jî kir ku zêdetir xelk tevlî wê pirojeyê bibe, xasma ku di qonaxa duyê ya vê pirojeyê de zêdetirî 100 karweriyên din tevlî wê dibin.
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê peyamek arasteyî ciwanan jî kir û tekez kir ku armanca wan ew e xizmeta ciwanan bikin û şiyanên wan pêş bixin, xasma ji bo zêdetir xizmetkirina Herêma Kurdistanê.