Parêzgeriya Êlihê bo 5 rojan qedexeya çalakiyan ragihand

Êlih
Êlih

Diyarbekir (K24) - Piştî Diyarbekirê li Êlihê jî qedexeya çalakiyan hat ragihandin, qedexeya çalakiyan 9ê Cotmehê dest pê dike û 13ê Cotmehê seet 23.59ê bidawî dibe.

Piştî ku Parêzgeriya Diyarbekirê ji bo dema 5 rojan hemî çalakî qedexe kirin, niha jî Parêzgeriya Êlihê qedexeyeya çalakiyan ragihand.

Di daxuyaniya Parêzgeriya Êlihê de tê amajekirin ku ji 9ê Cotmehê heta 13ê Cotmehê li bajêr hemî çalakî hatine qedexekirin.

Parêzgeriya navbirî dibêje, ji ber ku hatiye pêşbînîkirin dê ji ber 9ê Cotmehê PKK banga çalakiyan bike, ji bo ku pêşî li çalakiyan were girtin, ev biryar hatiye ragihandin.

PKK 9ê Cotmehê wek destpêka proseya anîna Abdullah Ocalan bo Tirkiyeyê dibîne. Ji ber vê yekê jî Parêzgeriya Êlihê ji bo dema 5 rojan qedexeya çalakiyan ragihand.

 
 
 
 
 
Fly Erbil Advertisment