Mesrûr Barzanî: Pirojeyekî herî mezin li ser astê Rojhilata Navîn li Soranê tê çêkirin

Mesrûr Barzanî
Mesrûr Barzanî

Navenda Nûçeyan (K24) - Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Hotela Radison Blue li ser kopîtka Korekî li sinorê Îdareya Serbixwe ya Soranê vekir.

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro (Çarşem, 09.10.2024) Hotela Radison Blue li ser kopîtka Korekî li sinorê Îdareya Serbixwe ya Soranê vekir, piştî serdana pişkên wê hotelê gotarek pêşkêş kir û tê de amaje da ku, yek ji pirojeyên herî mezin li ser astê Rojhilata Navîn, ku niha masterpilan jê re hatiye amadekirin, biryar e li vê deverê bê çêkirin, ku ew jî dibe alîkareke zêdetir ji bo ku welatiyên deverên Îraqê û derve bên vê derê û feydeyî ji pirojeyên geştyarî werbigirin.

Ev jî naveroka gotaran Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ye:

Bi Navê Xudê Mezin û Dilovan

Amadebûyîyên hêja û qedirgiran

Ez bi amadebûna xwe ji bo vekirina vê hotelê dilxweş im, pareke temamkirina komelgeha geştyarî ya Korekê ye ku li sala 2010ê berê binyatî jê re hat danan. Ev piroje ku hizira wê ji aliyê kek Sîrwan Barzanî ve hat pêşkêşkirin, bi rastî gelek kesan goman hebûn ku serkeftî be, lê bizavên cidî kirin û ji wê demê heta niha em dibînin ku bi hezaran xelk ji Kurdistan û Îraq û derve jî serdana vê deverê dikin, lewma cihê destxweşiyê ye û ez spasiya kek Sîrwan dikim û herwesa spasiya Darîn Grûpê jî dikim ku karî brandeke cîhanî ya wekî Radison Blue bînin Kurdistanê û li vê derê li çiyayên serbilind ên Kurdistanê bikarin vê hotelê çê bikin.

Ev nîşana wê yekê ye ku xelkê Kurdistanê ne tenê ji bo bergiriya ji xwe û çiyayan aza ye, belkî dikare van çiyayan ji bo geştyarî û xizmeta welatiyan bi kar bîne û xweza û dîroka ciwan a Kurdistanê ji bo xelkî bide nasandin.

Wekî hûn jî dizanin Korek çiyayek e ku bi sedan dastan lê hatine tomarkirin, ev dever bingeha şoreşên Îlon û Gulanê bû. Ev cih e yê ku dîrok çê kir û dewlet serê xebat û tekoşana Pêşmergeyên qehreman em dikarin li cihekî wesa ahengan bigêrin û bikin cihên geştyarî, lewma di cihê xwe de ye em serê rêz û hurmetê ji bo şehîdan biçemînin û spasiya Pêşmergeyên qehreman bikin ku berhemê xebata wan îro çê kir.

Ev dever ji aliyê xwezayî û dîroka xebata Kurdistanê ve giring e û bingeha pêkvejiyana ol û neteweyên cuda ye. Em serbilind in ku her cihekê Kurdistanê taybetmendiya xwe heye û em di bernameya hikûmetê de dixwazin her cihek taybetmendiya xwe biparêze û em giringiyê pê bidin.

Vê deverê gelek cihên balkêş hene û gelek çiya û xweza û ava zelal û cihên xweşik lê hene, lewma pêdivî ye hindî ji me bê em pirojeyên mezin li van deverên zêde bikin. Di bernameya me de ye ku pirojeyên mezintir li vê deverê bên çêkirin. Yek ji pirojeyên herî mezin li ser astê Rojhilata Navîn, ku niha masterpilan jê re hatiye amadekirin, biryar e li vê deverê bê çêkirin, ku ew jî dibe alîkareke zêdetir ku cihên geştyarî ji bo welatiyên Kurdistanê bên zêdekirin, herwesa ji bo ku welatiyên deverên Îraqê û derve bên vê derê û feydeyî ji pirojeyên geştyarî werbigirin.

Herwesa em hêvîdar in geştyarên biyanî jî ji derveyê Herêma Kurdistanê û Îraqê serdana van cihan bikin. Bi rêya çêkirina rêyan û hatin û çûnê û hêsankariyan ji bo hatina xelkî bi rêya balafiran, me dest bi helmeteke mezin ji bo kêşana bala biyaniyan kiriye, ji bo ku serdana Kurdistanê bikin.

Ez hêvîdar im ji bilî ku xelk xweşiyê ji wan cihan werbigire, em bikarin dîroka xwe jî ji bo xelkê biyanî bidin nasandin ji bo ku neteweya me binsin û haydarî xebat û qurbanîdan û hêvî û umêdên me ji bo paşerojê bin. Em feydeyî ji dîrokê werdigirin lê herdem çavê me li wê yekê ye ku me welatekî xweştir û pêşkeftîtir û avedantir hebe, lewma ez destxweşiyê li hemî weberhêneran dikin ku bi cidî ji bo avedaniya welatê me kar dikin.

Ez spasiya amadebûna we tevan dikim û her serkeftî bin û Kurdistana me her avedan be.

 
Fly Erbil Advertisment