Mesrûr Barzanî: Em bi xweşiktî û dîroka deverên Kurdistanê serbilind in

Navenda Nûçeyan (K24) - Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ragehand, “Em amade ne bi serbilindî ve vê xweşiktiya deverên cuda cuda yên Kurdistanê nîşa hemî cîhanê bidin.”
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro (Çarşem, 09.10.2024) Hotela Radison Blue li ser kopîtka Korekî li sinorê Îdareya Serbixwe ya Soranê vekir.
Serokwezîr Mesrûr Barzanî her îro li ser hisaba xwe ya tora civakî ya Xê nivîsiye, “Di 5 salên borî de, me nêzî 10 tirilyon dînaran li kertê geştyariyê xistine di weberhênanê de û me zêdetirî 50 pirojeyên nû yên geştyarî jî ragehandine.”
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê amaje jî daye, “Em herdem bi xweşiktî û dîroka deverên cuda cuda yên Kurdistanê serbilind in, niha jî em amade ne bi serbilindî ve vê xweşiktiya deverên cuda cuda yên Kurdistanê nîşa hemî cîhanê bidin.”