Serokwezîr Mesrûr Barzanî kevirê bingehîn ê rêya Hewlêr-Koyê datîne

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 10 Cotmehê kevirê bingehîn ê rêya dualî ya Hewlêr-Koyê datîne.
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî roja 25ê Îlonê li Koyê di merasîma lêdana zengilê sala nû ya perwerdeyê de gotarek pêşkêş kir û tê de got: ‘Di çend rojên bê de em dest bi çêkirina rêya dualî ya Hewlêr - Koyeyê dikin, ku daxwazeke kevn a xelkê Koye û Hewlêrê ye.”
Serokwezîr Mesrûr Barzanî eşkere jî kir, “Ez dizanim li sala 2012ê bizav hatiye kirin û berê binyatî ji bo vê rêyê hatiye danan, lê ji ber sedemên cuda cuda heta niha ev piroje nehatiye bicihanîn. Me biryar daye û ez hêvîdar im di çend rojên bê de dest bi bicihanîn û temamkirina vê pirojeyê bê kirin.”
Mesrûr Barzanî mizgîniyeke din jî da xelkê Koyeyê û got, “Me biryar li ser qezakirina nahyeya Teqteqê wekî yek ji kevntirîn nahyeyên Kurdistanê daye, ku ev jî dê ji bo xelkê deverê alîkareke zêde be, bargiraniya îdarî li ser milên bajarê Koyeyê kêm dibe û taybetmendiyeke zêdetir jî bi Teqteqê tê dan. Ez hêvîdar im ev jî bikeve xizmeta hemî welatiyên Kurdistanê, xasma jî xelkê Koye û Teqteqê.”