Encûmena Leşkerî ya Minbicê: 5 zarok bûn qurbaniyên topbarana hêzên Tirkiyeyê

Navenda Nûçeyan (K24) – Di encama topbarana li ser gundekî Minbicê de, 2 zarok hatin kuştin û 3 zarok jî birîndar bûn.
Encûmena Leşkerî ya Minbicê îro 10ê Cotmehê belav kir, di encama êrîşa topbarana artêşa Tirkiyeyê û grûpên çekdar li ser gundê Tehna yê li rojavayê Minbicê de, du zarokên 5 û 9 salî hatin kuştin.
Encûmena Leşkerî ya Minbicê da zanîn, 3 zarok birîndar bûn ku temenê wan 6, 8 û 10 salî ne û rewşa wan ne cîgir e.
Bajarê Minbic ku li rojavayê çemê Firatê ye, di bin kontrola Civata Leşkerî ya Minbic de ye û her car ji aliyê grûpên çekdar ve rastî êrîşan tê.