Kurdistan24 sextekariyeke YNKê li Helebceyê eşkere dike

Bajarê Helebceyê / Erşîf
Bajarê Helebceyê / Erşîf

Navenda Nûçeyan (K24) - Piştî belavbûna dengê tomarkirî yê navbera Bafil Talebanî û Qubadê birayê wî li ser sextekariyên hilbijartinan, ev du roj in ku YNK li Melbendê Helebceyê hêzên Polîs û Asayîş û Pêşmergeyên sinorê wê parêzgehê kom kirine û kartên wan ên dengdanê jê werdigirin û her ji niha ve bi kiryar dest bi sextekariyê kiriye.

Li gor lidûçûna K24ê, ev du roj in dengdan bi hêzên Polîs û Asayîş û Pêşmergeyan li sinorê Helebceyê li bingeha Melbendê YNKê tê kirin. Tevaya hêzan li hola Melbendê YNKê li Helebceyê hatine komkirin û piştî xwandina navên wan, kartên dengdanê jê tên wergirtin û efserek li şûna yek bi yek hêzên ewlehiyê deng bi lîsta YNKê dide, û di nav kandîdan de jî xûşka Wehab Helebceyî hildibijêre.

Herwesa li pirsgeha Melbendî mobîl û hemî amûrên zîrek ji yek bi yek endamên hêzên ewlehiyê tên wergirtin û gef jî lê kirine ku, eger li derê behsa wê yekê bikin ka li nav Melbendê YNKê çi diqewime, dê bên desteserkirin.

Ev jî di demekê de ye ku tenê heşt roj ji bo dengdana taybet a hilbijartinên gera şeşê ya Perlemana Kurdistanê mane. Herwesa Lijneya Bilind a PDKê ji bo serperiştiya hilbijartinên gera şeşê ya Perlemana Kurdistanê li roja 08ê vê mehê tomareke dengî ya peywendiyeke tilefonî ya taybet di navbera Serokê Yekîtiya Niştîmanî ya Kurdistanê Bafil Talebanî û Qubadê birayê wî de belav kir, ku bi zimanê Ingilîzî diaxivin û behsa sextekariyan û darêtina pilanekê ji bo zêdekirina hejmara kursiyên YNKê di hilbijartinên gera şeşê ya Perlemana Kurdistanê de dikin.

Serokê YNKê di wê peywendiya tilefonî de behsa hilweşandina 11 kursiyên kotaya Perlemana Kurdistanê dike û Qubadê birayê wî jê re dibêje, “Berpirsên Bexdayê 30 kursî ji bo YNKê gerentî kirine, lê divê em wesa diyar bikin ku em wan kursiyan bi awayekî rewa bi dest dixin.”

Her di wê tomara dengî de Bafil Talebanî dibêje, “Keko, guhdariyê bike. Em vê yariyê dikin, lê ya ku li cem min giring e ew e ku pêşwext kursiyên me hatine gerentîkirin. Pêdivîtiya me bi dengên çi xwêriyan nîne. Ez hêviyan ji çi kesekî nakim ku dengê xwe bide. Çi tişt ji bo min giring nînin, şehîd an malên şehîdan ên … an jî Pêşmergeyên …. Misoger dê biçin dengê xwe her bidin wî Lahurê ….”

Herwesa dibêje, “Soz daye min ku 11 kursiyên kotaya Perlemanê hilweşînin.”

 
Fly Erbil Advertisment