Li Şirnexê bo 3 rojan qedexeya çalakiyan hat ragehandin

Şirnex
Şirnex

Diyarbekir (K24) - Ji aliyê Parêzgeriya Şirnexê ve hat ragihandin ku, li tevahiya bajêr bo 3 rojan qedexeya çalakiyan hatiye ragihandin.

Biryarek a qedexekirina çalakiyan ji Şirnexê hat. Parêzgeriya Şirnexê da zanîn ku ji 11 heta 13ê Cotmehê seet 23.59ê, ji bilî çalakiyên ku parêzgeriyê destûra wan daye, hemî çalakî hatine qedexekirin.

Her wiha parêzgerî balê dikêşe ser wê yekê jî ku, dê rê ji bo kesan û girseyên ji derve bo tevlîbûna di çalakiyan de werin nav bajêr jî neyê dayîn.

Piştî ku Parêzgeriya Diyarbekirê ji bo dema 5 rojan hemî çalakî qedexe kirin, Parêzgeriya Êlihê jî qedexeyeya çalakiyan ragihand û niha Parêzgeriya Şirnexê jî ji bo dema sê rojan qedexeya çalakiyan ragehand.

Di daxuyaniya Parêzgeriya Êlihê de tê amajekirin ku ji 9 heta 13ê Cotmehê li bajêr hemî çalakî hatine qedexekirin.

Parêzgeriya navbirî dibêje, ji ber ku hatiye pêşbînîkirin ku dê ji ber 9ê Cotmehê PKK banga çalakiyan bike, ji bo ku pêşî li çalakiyan were girtin, ev biryar hatiye ragihandin.

PKK 9ê Cotmehê wek destpêka proseya anîna Abdullah Ocalan bo Tirkiyeyê dibîne. Ji ber vê yekê jî Parêzgeriya Êlihê ji bo dema 5 rojan qedexeya çalakiyan ragihand.

 
 
Fly Erbil Advertisment