Cumane Xelay ji K24ê re: Lêkolîn li ser sextekariyên YNKê li Helebceyê tê kirin

Cumane Xelay
Cumane Xelay

Navenda Nûçeyan (K24) - Berdevka Komisyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan a Îraqê amajeyê dide, “Lêkolîn li ser wê sextekariyê tê kirin a ku li Helebceyê hatiye kirin.”

Berdevka Komisyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan a Îraqê Cumane Xelay îro (Pêncşem, 10.10.2024) ji K24ê re got, “Mijara sextekariyê ya ku li Helebceyê hatiye kirin, skala li ser hatiye tomarkirin û pêşkêşî Komisyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan a Îraqê hatiye kirin û ji aliyê Lijneya Qanûnî ve lêkolîn li ser tê kirin.”

Cumane Xelay amaje jî da, “Piştî temambûna lêkolînan, rasparde arasteyî Komisyona Hilbijartinan tê kirin, ji bo bicihanîna rêkarên pêdivî.”

Li gor lidûçûna K24ê, ev du roj in dengdan bi hêzên Polîs û Asayîş û Pêşmergeyan li sinorê Helebceyê li bingeha Melbendê YNKê tê kirin. Tevaya hêzan li hola Melbendê YNKê li Helebceyê hatine komkirin û piştî xwandina navên wan, kartên dengdanê jê tên wergirtin û efserek li şûna yek bi yek hêzên ewlehiyê deng bi lîsta YNKê dide, û di nav kandîdan de jî xûşka Wehab Helebceyî hildibijêre.

Herwesa li pirsgeha Melbendî mobîl û hemî amûrên zîrek ji yek bi yek endamên hêzên ewlehiyê tên wergirtin û gef jî lê kirine ku, eger li derê behsa wê yekê bikin ka li nav Melbendê YNKê çi diqewime, dê bên desteserkirin.

Ev jî di demekê de ye ku tenê heşt roj ji bo dengdana taybet a hilbijartinên gera şeşê ya Perlemana Kurdistanê mane. Herwesa Lijneya Bilind a PDKê ji bo serperiştiya hilbijartinên gera şeşê ya Perlemana Kurdistanê li roja 08ê vê mehê tomareke dengî ya peywendiyeke tilefonî ya taybet di navbera Serokê Yekîtiya Niştîmanî ya Kurdistanê Bafil Talebanî û Qubadê birayê wî de belav kir, ku bi zimanê Ingilîzî diaxivin û behsa sextekariyan û darêtina pilanekê ji bo zêdekirina hejmara kursiyên YNKê di hilbijartinên gera şeşê ya Perlemana Kurdistanê de dikin.

Serokê YNKê di wê peywendiya tilefonî de behsa hilweşandina 11 kursiyên kotaya Perlemana Kurdistanê dike û Qubadê birayê wî jê re dibêje, “Berpirsên Bexdayê 30 kursî ji bo YNKê gerentî kirine, lê divê em wesa diyar bikin ku em wan kursiyan bi awayekî rewa bi dest dixin.”

 
 
Fly Erbil Advertisment