Hejmareke berpirsên Bizava Goranê red dikin ku xwe ji hikûmetê vekêşin

Mekoyê nû yê Bizava Goranê li taxa Kurdsatê - Silêmanî
Mekoyê nû yê Bizava Goranê li taxa Kurdsatê - Silêmanî

Navenda Nûçeyan (K24) - Li dû zanyarên K24ê, her yek ji Wezîrê Avedankirinê, Parêzgerê Silêmaniyê û Cîgirê Serokê Îdareya Germiyanê red kiriye ku, destan ji karê xwe berdin û ji hikûmetê derkevin.

Endamekî Civata Niştîmanî ya Bizava Goranê, ku nêzî Rêkxistinkerê Giştî yê Bizava Goranê bi wekalet Dana Ehmed Mecîd e, taybet ji K24ê re ragehand, “Parêzgerê Silêmaniyê Heval Ebubekir di nav koma WhatsAppê ya Tîma Hikûmetê ya Bizava Goranê de gotiye: carê ez biryara destberdana ji erk û postê Parêzgerî nadim, divê ez wê yekê dîraset bikim.”

Wezîrê Avedankirinê Dana Ebdilkerîm jî gotiye, “Ez destan ji karê xwe bernadim ji ber ku ew biryar ne destûrî ye.” Herwesa Cîgirê Serokê Îdareya Serbixwe ya Germiyanê û Serokê Tîma Hikûmeta Xwecihî ya Goranê li Îdareya Serbixwe ya Germiyanê Ramyar Ebdulrehman jî ji bo destberdana ji karî amade nîne.

Ev di demekê de ye ku nêzî pênc salan bi ser tevlîbûna Bizava Goranê di pêkanîna Kabîneya Nehê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê re derbaz dibin, û tenê 10 roj ji bo hilbijartinên gera şeşê ya Perlemana Kurdistanê mane.