Hûsiyên Yemenê bi 11 moşekan êrîş kir ser keştiyên barhilgir

Navenda Nûçeyan (K24) - Berdevkê Hêzên Çekdar ên Yemenê ragehand ku, du keştî li Deryaya Sor û Zeryaya Hindî kirine armanc.

Berdevkê Hêzên Çekdar ên Yemenê Yehya Serî ragehand, “Hêzên me li Deryaya Sor operasyoneke serbazî li dijî keştiyên barhilgir ên Olompîk Sîprît ên Amerîkayî kir.”

Yehya Serî amaje jî da, “Hêzên me bi lêdana rasterast a 11 moşekên balistî û du dronan êrîş kir ser keştiyên petrolê yên Olompîk Sîprît ên Amerîkayî li Deryaya Sor.”

Navbirî ji aliyekî din ve jî got, “Ji aliyê hêza moşekî ve bi moşeka baldar keştiya ST.JOHNê li Zeryaya Hindî hat armanckirin û ew lêdan jî rasterast bû, ji ber wê yekê ku wê keştiyê biryara qedexekirina çûna hundir bo benderên Filistînê yên dagirkirî binpê kiriye.”

 
 
Fly Erbil Advertisment