Mehmed Uzun li Diyarbekirê hat bibîranîn

Navenda Nûçeyan (K24) – Hevserokên Şaredariya Bajarê Mezin a Diyarbekirê Serra Bucak û Dogan Hatun, li ser gora nivîskar Mehmed Uzun ku yek ji navên girîng ên wêjeya Kurdî ye, bi beşdariya nûnerên saziyên sivîl û kesayetên naskirî, Mehmed Uzun bibîr anîn.

Bi boneya salvegera koçkirina Nivîskar Mehmet Uzun, li Goristana Deriyê Mêrdînê ji aliyê Serokatiya Daîreya Çand û Karên Civakî ya Şaredariya Bajarê Mezin ve çalakiya bîranînê hat lidarxistin.

Hevşaredarên Bajarê Mezin Serra Bucak û Dogan Hatun, nûnerên saziyên sivîl, xizm, dost û hevalên Uzun beşdarî bîranînê bûn. 

Di bîranînê de Hevşaredar Dogan Hatun axivî û bi bîr xist ku di berhemên Mehmed Uzun de kesên ku dixwazin peyvekê li wêjeya Kurdî zêde bikin hene û got, “Mixabin, ew pir zû çû ser dilovaniya xwe. Lê xebatên wî dê heta hetayê bandora xwe hebe." 

Hatun got: “Heta ku zimanê kurdî hebe, wê her tim di ziman û gotinên me de hebûna xwe bidomîne” û li ser Uzun bîranîneke taybet parve kir. Hatun wiha got: “Min nû wêjeya wî nas kiribû. Roja piştî ku min xwendina pirtûka wî qedand, me xebera xemgîn a wexerkirina wî wergirt û ez pir xemgîn bûm.” 

Hatun diyar kir ku Mehmed Uzun hîmê wêjeya nûjen a kurdî avêtiye û bang li ciwanan kir ku zimanê kurdî û wêjeya kurdî biparêzin. Hatun herweha peyam û silavên Hevşaredarê Bajarê Mezin ê berê Selçûk Mîzrakli yê ku di dema nexweşiya Uzun de bi wî re bû, gihandin ser gorê û got: “Mizrakli xwest ez vê peyamê li ser gora rehmetî bibêjim.”

Nivîskar Şeyhmus Diken bîranîneke ku bi Mehmed Uzun re li Stockholmê ku di sala 2000ê de çûbû, parve kir. Diken, da zanîn ku Uzun ji ber ku Dîken xebatên dîroka devkî dikir, kasetek diyarî wî kiriye û wiha got: “Min demeke dirêj ew kasêt bi kar anî.  Lê ew kasêt roja ku Mehmed mir şikest.” Diken, bal kişand ser wê yekê ku kesayetên wêjeyî ji yên di hemû qadan de dixebitin gelekî bi şanstir in û wiha got: "Ji ber ku siyasetmedar jî di nav de bi xebatên ku dikin bi demê re hemû nav tên jibîrkirin. Lê nivîskar bi tiştên ku dinivîsin hene. Wek Ehmedê Xanî, Melayê Cizîrî, Shakespeare, Ahmed Arif. Mehmed jî yek ji wan e.” Piştî axaftinan Hevşaredaran û beşdaran kulîlk danîn ser gora Uzun.

 
Fly Erbil Advertisment