Li Dîlokê kesekî hevjîn û 4 zarokên xwe kuştin

Navenda Nûçeyan (K24) – Li Dîlokê kesekî hevjîn û 4 zarokên xwe yên yê biçûk kuştin û piştre jî xwe kuşt.

Li gor agahiyan, Ahmet Demîrê ku li Taxa Guzelvadî ya navçeya Şahînbeya rûdinişt hevjîna xwe Emîne Demîr û 4 zarokên xwe, Medîne (11 salî), Eda Nur (9 salî), Azra (5 salî) û Yusuf (4 salî)  bi çekê kuştin.

Hat ragihandin jî, Ahmet Demîr piştre bi heman çekê xwe jî kuşt.

Hat diyarkirin ku pirsgirêkên derûnî yên Ahmet Demîr hebûne.

Tîmên tendirustiyê gihîştin cihê bûyerê, termên kuştiyan bi ambulansan rakirin. Herwiha Polîsan jî dest bi lêkolînê kirin.

 
Fly Erbil Advertisment