Serokwezîr Mesrûr Barzanî Komelgeha Perwerdeyê ya Barzaniyê Nemir li Hewlêrê vedike

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 13ê Cotmehê Komelgeha Perwerdeyê ya Barzaniyê Nemir li Hewlêrê vedike.

Komelgeha Perwerdeyê ya Barzaniyê Nemir ser bi Wezareta Perwerde ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ye. Perwerde û hînbûn ji baxçê zarokan û heta pola 12an bi kurdî û îngilîzî ye. 

Pergala wergirtina xwendekaran, li ser bingeha pêş-nirxandinê ye, ji bo zanîna ast û fêrbûna her xwendekarekî.