Li Tirkiyeyê rêjeya tawanan zêde dibe
Navenda Nûçeyan (K24) – Li gor amarên Wezareta Dadê ya Tirkiyeyê, li wî welatê di nava heşt salên borî de rêjeya tawanên kuştinê ji sedî 42 bilind bûye û raporeka navdewletî jî eşkere dike ku Tirkiye di nava welatên Ewropî de di warê tawanan de di rewşa herî xirab de ye. Li gor yasanasan ji bo rêlibergirtina bilindbûna rêjeya tawanan divê yasaya cezakirina tawnabaran bi temamî were cîbecîkirin. Welatî jî bêhêvî ne û li gor wan pirsa aboriyê yek ji sedemên bingehîn ên zêdebûna bûyerên kuştin û tundûtiyê ye.
Li Tirkiyeyê hejmara bûyerên kuştin û tûndûdijitiyê roj bi roj zêdetir dibe û li her bajarekî wî welatî rojane nûçeyên tawanan belav dibin. Ev rewş di raporên navdewletî de jî hatiye tomarkirin. Li gor Rapora Tawanên Rêkxistî ya Navdewletî, Tirkiye di lîsta welatên Ewropî de di warê rêjeya tawanan de di rewşa herî xirab de ye û nav 193 welatan de jî di rêza 14ê de ye. Tawanên wekî kaçaxçitiya çek û penaberan û bazirganiya maddeyên hişbir jî li ser Tirkiyeyê gefên ciddî ne.
Her çend e gelek sedemên civakî û siyasî yên vê rewşê hebin, li gor yasanasan sedema sereke înfaznekirina cezayan e.
Yasanas Mihemed Celal Baykara ji K24ê re got: “Derengxistina dadgehkirina tawanbaran û gûherînên berdewam a li ser yasaya înfazê dibe sedemên bingehîn ên zêdebûna tawanan e. Ji ber ku dema cezaya tawanbarî înfaz nabe, baweriya bêcezatiyê li nav civakê zêde dibe. Paşê mirov jî natirsin ku tuşî tawanekê bibin. Prsgirêk ne kêmbûna cezayan e. Pirsgirêk înfazkirina cezayan de ye.”
Li gor hin welatiyan jî medya roleka têkder digerîne û bi taybet hin rêzefîlmên televîzyonan dibin modeleka xirab bo civakê.
Welatî: “Televîzyon rûmaleka gelek xirab dikin. Tûndûdijitiyê pêşkêşî xelkê dikin. Dehan car, sedan car pesnê tawan û tawanbaran didin û paşê kuştina mirovan dibe karekî asayî. Divê ev were qedexekirin. Ev e gelek metirsîdar e.”
Beşek ji welatiyan jî di wê baweriyê de ne ku qeyrana aboriyê sedema bingehîn e vê pirsê ye.
Welatî: “Niha hilawsan heye, sedema herî mezin a zêdebûna tawanan ev e. Ya din jî nebûna perwerdehiyê ye. Malbat zarokên xwe baş nagihînin û haş wan nabin. Ev jî girêdayî aboriyê ye. Ji ber ku dema li malekî hişê dayik û bavan tenê ser pirsa debara jiyanê be, nikarin zarokên xwe jî biparêzin û bigihînin.”
Li gor amarên Wezareta Dadê ya Tirkiyeyê di sala 2015ê 100 dosyeyên kuştinê hatine tomarkirin û ev hejmar sala borî gihiştiye 142yê.