Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê pêşwaziya Balyozê Nemsayê li Îraqê dike

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê pêşwaziya Balyozê Nemsayê li Îraqê dike
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê pêşwaziya Balyozê Nemsayê li Îraqê dike

Navenda Nûçeyan (K24) - Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê pêşwaziya Balyozê Nemsayê li Îraqê dike û pê re danûstandinan li ser hin mijarên giring dike.

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro (Yekşem, 13.10.2024) pêşwaziya Balyozê Nemsayê li Îraqê Andrea Nasi kir.

Li dû ragehandina Hikûmeta Herêma Kurdistanê, di wê civînê de her du aliyan danûstandin li ser bihêzkirina peywendiyên Herêma Kurdistanê û Nemsayê di warên cuda cuda de li hev guhertin.

Wekî ku amaje hat dan, di pareke din a wê hevdîtinê de amaje ji dawî pêşhat û pêşveçûnên rewşa giştî ya Îraqê û şer û aloziyên Rojhilata Navîn hat dan, herwesa tekez li ser giringiya parastina seqamgirî û aştî û ewlehiya Herêma Kurdistanê û Îraqê û deverê jî hat kirin.

 
Fly Erbil Advertisment