Li Şirnexê bo 15 rojan qedexeya çalakiyan hat ragehandin
Diyarbekir (K24) - Li Şirnexê herêma çiyayê Cudî û çiyayê Gabar, Dolê û Dêriye Zêr wek herêma teybet hat nîşanan û 15 rojan qedexe hat ragihandin.
Di daxuyaniya parêzgehiya Şirnexê de wiha hat gotin:
“Ji bo dabînkirina ewlekariya netewî, parastina nîzam û ewlekariya giştî, nehîştina tawanan, parastina maf û azadiyên bingehîn û nîzama giştî, rêgirtina li bûyerên tundiyê û her rewşek neyînî li Herêma Çiyayê Cûdî ku di nav sînorên Navçeya Navendî ya Şirnexê, navçeyên Silopiya û Cizîrê de ye, Çiyayê Gabarê aliyê dikeve sînorê navçeya Basa û herwiha herêmên Dolê û Dêriyê Zêr ku dimîne navbera Qilaban û Elkê yên navçeyên Şirnexê de di navbera 14ê Cotmehê heta 29ê Cotmeha 2024an de, ev herêm wekê Herêma Ewlekariya Taybet hatiye nîşandan û ji bo 15 rojan hatine qedexekirin.’’