Papa Francis daxwaza demlidest rawestandina şerî dike
Navenda Nûçeyan (K24) - Papa Francis daxwaza agirbesta demlidest û di eynî demê de daxwaza rêzgirtina li hêzên aştîparêz ên Neteweyên Yekgirtî li deverê jî dike.
Papa Francis di çarçoveya nivêja Mizgîniyê de li meydana Sant Petrosê got, “Ez berdewam çavdêriya rûdanên Rojhilata Navîn dikim, ku cihê nîgeraniyê ne.”
Navbirî herwesa got, “Bila em rêya diplomasî û diyalogê bidin ber xwe, ji bo gehiştina aştiyê ji bo hemî gelên peywendîdar, xasma jî ji bo Filistîn, Israîl û Libnanê.”
Papa Francis herwesa lava ji bo qurbanî û aware û revandiyan kirin û got, “Ez hêvîdar im revandî demlidest bên azadkirin.” Herwesa hêvî jî xwast ev azara mezin ku ji verêja kerb û kînê û tolvekirinê peyda bûye bi zûtirîn dem bidawî bê.
Papa Francis rexne li êrîşa Israîlê li ser Libnanê girt û wekî “binpêkirina bingehên rewiştî” binav kir.