Serokwezîr Mesrûr Barzanî bendava Bestoreyê vekir

Mesrûr Barzanî
Mesrûr Barzanî

Navenda Nûçeyan (K24) - Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê bendava Bestoreyê li sinorê parêzgeha Hewlêrê vekir, ku bi alîkariya koma kompaniyên Kar hatiye çêkirin.

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro (Duşem, 14.10.2024) di merasîmeke taybet de bendava Bestoreyê li sinorê parêzgeha Hewlêrê vekir, ku bi alîkariya koma kompaniyên Kar hatiye çêkirin.

Piştî vekirina wê bendavê, Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê di gotarekê de dilxweşiya xwe ji bo vekirina wê pirojeyê diyar kir ku berî salekê berê binyatî jê re hatibû danan, herwesa spasiya Serokê Koma Kompaniyên Kar Şêx Baz Berzincî kir, ji ber temamkirina wê pirojeyê di dema salekê de ji aliyê endazyar û şarezayên navxwe ve.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî amaje jî da, “Çêkirina van bendavan pareke stratejiya hikûmetê ye, ji bo wergirtina feydeyî ji çavkaniyên avê yên Kurdistanê, pêxemetî dabînkirina ewlehiya avê.” Tekez jî kir ku van bendavan dê bandoreke tevalî li ser pêşxistina aborê Kurdistanê di warên cuda cuda de hebe, çi ji aliyê geştyariyê ve an jî dabînkirina enerjiyê û samanê masiyan û baştirkirina rewşa ava binerd û guhertinên keşûhewayê.”

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê herwesa got, “Li nêzî cihê bendava Bestoreyê, li serdema Senharîb bendavek lê hatiye çêkirin û av ji bo nav bajarê Hewlêrê hatiye veguhastin. Ew cihekî dîrokî yê giring e û xelk dikare ji bo geştyariyê serdana wê derê bike.”

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê herwesa daxwaz ji xelkê Kurdistanê kir ku ji bo parastina wan pirojeyên tên çêkirin alîkar bin û herwesa jîngehê jî biparêzin û destkariyê tê de nekin.