Li Stenbolê çanda Wanê hat nasandin
Navenda Nûçeyan (K24) – Waniyên li Stenbolê dijîn di çalakiyeka çandî de gihiştin hev. Ji xwarin û xorakan heta cilûbergan hemû nirx û delaliyên çandî yên Wanê di wê çalakiyê de hatin nasandin. Wanî jî keyfxweşbûn û bo demeka kurt be jî xeribiya xwe bajarê xwe ji bîr kirin.
Hevdîtinên Çandê ya Wanê ya Sêyemîn li bajarê Stenbolê bi dîmenên rengîn destpê kir. Hevşaredarên Bajarê Mezin a Wanê heta hevşaredarên bajarokan û berpirsên gelek sazî û dezgehên sivîl û çandî yên Wanê li Stenbolê gihiştin hev û nirxên çanda bajarê xwe dan naskirin.
Hevşaredarê Wanê Abdullah Zeydan li ser armanca çalakiyê diyar kir ku, Wan bi hemû delalî û nirxên xwe yên çandî û dîrokî bajarekî girîng a geştiyariyê ku divê xelkên din jî nas bikin.
Hevşaredarê Wanê Abdullah Zeydan ji K24ê re got: “Armanca vê şahiyê danasîna çand û delaliyên Wanê yê ji hemû aliyan ve. Ev şahî, delaliyên xwezaya Wanê, cihên geştiyariyê û xwarin û vexwarinên diyar ên Wanê bi xelkên din jî dide naskirin û Waniyên Setnbolê tên li vir û nêzikê bajarê xwe dibin.”
Dûriya ji welêt yek ji kesera vê xanimê ye ku dema ew çar salî ye malbatê wê ji Wanê çûye Stenbolê. Lê bi xêra vê çalakiyê xeribiya bajarê xwe bo demeka kurt be jî jibîr kiriye û ji masiyê hişkirî heta penîrî gelek xorak û xwarinên diyar ên Wanê dabîn kiriye.
Welatî: “Dema ez têm vir dîroka min, zaroktiya min tê bîra min û xweşiyeka din jî ew e ku ez pêdiviyên xwe yên wekî xorakên diyar ên Wanê ji vir dabîn bikim. Me nirxên xwe ti carî jibîr nekir û nadin jibîrkirin. Çalakiyên wiha hêstên xeribiya welêt jî sivik dike. Lewma çalakiyeke gelek xweş e.”
Waniyek din jî hevdîtinên bi vî rengî bo parastina çand û nirxên Kurdî girîng dibîne û dixwaze hevbajariyên wî yên li Stenbolê serdana çalakiyê bikin.
Welatî: “Ji bo çanda me divê hemû Waniyên li Stenbolê werin vir. Divê hemû Stenbol û cîhan me nas bike û bizane îro roja Waniyan e. Ez yên ku ev çalakî amade kirine pîroz dikim.”