Bi biryara Serokwezîr Mesrûr Barzanî, dest bi parvekirina erdî li ser fermanberên Zaxoyê tê kirin

Mesrûr Barzanî û Guhdar Şêxo
Mesrûr Barzanî û Guhdar Şêxo

Navenda Nûçeyan (K24) - Bi biryara Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê, dest bi parvekirina parçeyên erdî li ser fermanberên sinorê Îdareya Serbixwe ya Zaxoyê tê kirin.

Serperiştê Îdareya Serbixwe ya Zaxoyê Guhdar Şêxo ji peyamnêrê K24ê Mêhvan Mecîd re ragehand, “Bi biryara Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, sibe (Çarşem, 16.10.2024) dest bi parvekirina parçeyên erdî li ser fermanberên sinorê Îdareya Serbixwe ya Zaxoyê tê kirin.”

Guhdar Şêxo amaje jî da, “Di qonaxa yekê de parçeyên erd bi awayê tîrûpişkan li ser 4 hezar û 747 fermanberên sinorê Îdareya Serbixwe ya Zaxoyê tên parvekirin û di qonaxa duyê de jî bi zêdetirî heşt hezar fermanberên din tên dan.”

Serperiştê Îdareya Serbixwe ya Zaxoyê ron jî kir, “Parvekirina parçeyên erdî bi awayê tîrûpişkan dibe, ji bo ku stem li çi fermanberekî neyê kirin û mafê çi kesekî jî neyê xwarin.”

Civata Wezîrên Herêma Kurdistanê li roja Çarşemê, 27.03.2024ê di civîna xwe ya asayî de biryar da ku parçeyên erdî li ser fermanberên ku feydedar nînin parve bike.