Serok Barzanî: Em bi Bexdayê re bizavê dikin Îraq û Kurdistan tevlî şerî nebin

Serok Barzanî
Serok Barzanî

Navenda Nûçeyan (K24) - Serok Barzanî li bajarê Hewlêrê di nav qerebalixa cemawerê PDKê ji bo piştevaniya lîsta 190ê ya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) de got, “Em bi biraderên Bexdayê re mijûl in bi hemî awayan ku Îraq bi awayekî giştî û Herêma Kurdistanê bi awayekî taybetî nekeve nav wî agirê ku heye.”

Serok Barzanî îro (Sêşem, 15.10.2024) di nav qerebalixa cemawerê PDKê ji bo piştevaniya lîsta 190ê ya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) de gotarek pêşkêş û got, “Em di demekê de diçin nav piroseya hilbijartinan ku dever di rewşeke aloz û hestyar de ye, em bi biraderên Bexdayê re mijûl in bi hemî awayan ku Îraq bi awayekî giştî û Herêma Kurdistanê bi awayekî taybetî nekeve nav wî agirê ku heye û hemî hêviya me ew e ku hemî alî penayê bibin ber diyalogê û bi awayekî aştiyane arêşeyan çareser bikin, lê tevî wê yekê jî erkê berpirsyarên Bexdayê û Herêmê jî ye ku bizavê bikin Îraq û Herêma Kurdistanê nekevin nav wî agirî.”

Serok Barzanî herwesa got, “Niha peywendiyên PDKê bi piraniya herî zêde ya partiyên Erebî, çi yên Şîe çi jî yên Sine, peywendiyên baş in û di astekî baş de ne û navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Îraqê heta radeyekî zêde hevfêmkirin çê bûye û rêya çarreseriya arêşeyan daye ber xwe û bi rêzdar Serokwezrî Sûdanî re hevfêmkirineke baş heye û em hêvîdar in ku piştî van hilbijartinan, hemî arêşeyên ku hene bên bnibir kirin û çarekirin.”

Serok Barzanî amaje jî da, “Em bi çareseriyê re ne lê qet û qet em destan ji mafên xwe nakin. Çend bingeh hene ku piştî herifîna rijêma Beis me li ser wan bingehan li hev kiriye, lê mixabin kar pê nakin, hevparî û hevsengî û hevdengî, destûr heye û lihevkirina siyasî jî heye. Eger kar bi van bê kirin, çi arêşe di navbera Hewlêr û Bexdayê de namînin.”

Li ser peywendiyên bi welatên deverê re jî got, “Peywendiyên Herêma Kurdistanê bi welatên herêmî re jî baş in û ber bi başiyê ve diçin, em bi wê yekê re nînin ku me bi çi alî û dewletekê re arêşe hebin, lê em xwediyên biryara xwe ne, em biryara xwe nadin destê çi kesekî.”

Serok Barzanî li ser gefên terorê jî got, “Metirsiya terorê hêşta heye, lewma em hêvîdar in Bexda bi hevpeymanan re bigehe lihevkirineke birêkûpêk, ji bo ku berdewam ew alîkarî û hevahengî hebe da ku careke din DAIŞ nekare serê xwe rake.”

 
Fly Erbil Advertisment