Brûksel mêvandariya gera yekê ya Lûtkeya Kendav û Ewropayê dike

Yekîtiya Ewropayê
Yekîtiya Ewropayê

Navenda Nûçeyan (K24) - Gera yekê ya Lûtkeya Kendav û Ewropayê li Brûksela paytexta Belçîkayê Yekîtiya Ewropayê û welatên Civata Alîkariya Kendavî li hev dicivîne.

Civîna yekê ya kendav û Ewropayê îro (Çarşem, 16.10.2024) li Brûksela paytexta Belçîkayê dest pê dike. Armanca wê civînê jî danûstandinên li ser 25 saliya alîkarî û hevpariya navbera her du bilokan li ser bingeha diyalog û berjewendiyên hevpar e, ji bo bihêzkirina peywendiyan di warên siyasî û ewlehî û aborî de. Tê çaverêkirin ku danûstandinên wê lûtkeyê balê zêdetir bikişînin ser pêşveçûnên deverê, xasma jî şerê Israîlê li Xezze û Libnanê.

Serkirdeyên şeş welatên kendavî (Siûdiye, Behreyn, Îmarat, Kweyt, Eman û Qeter) bi hempayên xwe yên Yekîtiya Ewropayê re li Belçîkayê tevlî civîna yekê dibin.

Lûtkeya Brûkselê li ser astê serokên welatan û hikûmetan civîna yekê ye, ji hingê ve ku peywendiyên fermî yên navbera Civata Alîkariya Kendavî û Yekîtiya Ewropayê li sala 1989ê dest pê kirine û bi tevlîbûna 33 serokên dewletan û serokwezîran bi rê ve diçe.

Karbidestên Yekîtiya Ewropayê dibêjin, “Mijara serekî ya wê civînê operasyonên serbazî yên Israîlê li Xezze û Libnanê û metirsiya belavbûna şerî li deverê ye.” Berpirsekî bilindê Ewropayê dibêje, “Yek ji armancên vê lûtkeyê xwedanepaşa ji şerê seranserî ye.”

Welatên Yekîtiya Ewropayê bizavê dikin ku peywendiyên xwe yên aborî bi şeş welatên Civata Alîkariya Kendavî re bihêz bikin. Yekîtiya Ewropayê duyem mezintirîn hevpara bazirganî ya Alîkariya Kendavî ye.

Diplomatkerekî din tekez kir, “Nerînên me zêdetir li ser Rojhilata Navîn yekdeng in.” Herwesa got, “Em wekî Yekîtiya Ewropayê û Alîkariya Kendavî dixwazin seqamgirî li deverê hebe û girjî nemînin.”

 
Fly Erbil Advertisment