Mesrûr Barzanî: Bendava Gomespanê deverê dike cihekî geştyarî yê giring

Mesrûr Barzanî
Mesrûr Barzanî

Navenda Nûçeyan (K24) - Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê bendava Gomespanê vedike û berê binyatî ji bo rêya dualî ya Gomespan - Simaqoliyê dadine û gotarekê pêşkêş dike.

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro (Çarşem, 16.10.2024) li nav merasîmên vekirina bendava Gomespanê û danana berê binyatî ji bo rêya dualî ya Gomespan - Simaqoliyê gotarek pêşkêş kir û got, “Bi piştrastî ve ev bendav ji bo pêşxistina kertê geştyarî li deverê û pêşxistina samanê masiyan dibe sedemeke gelek baş û dilxweşker.”

Serokwezîr Mesrûr Barzanî di gotara xwe de amaje jî da, “Herwesa ev bendav dibe cihekî geştyarî yê gelek giring li derdora bajarê Hewlêrê, ku hemî xelkê Dola Xoşnawetiyê dikare feydeyî jê werbigire.”

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê herwesa ragehand, “Ava vê bendavê ku ji baranê tê belaş diçû. Dema me biryara çêkirina vê bendavê da, hejmareke hiziran hebû ka em çawa dikarin feydeyî jê werbigirin.”

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê tekez jî kir, “Hemî dizanin ku ev bendav alîkariyeke zêde dikin ku cotyar dikarin feydeyî jê werbigirin, herwesa dê feyde ji bo ava binerd jî hebe.”

Serokwezîr Mesrûr Barzanî eşkere jî kir, “Me bernameyeke gelek mezintir ji bo pêşxistina kertê geştyarî li vê deverê heye, ku em niha mijûlî çêkirin û amadekirina masterpilanekê ne. Em hêvîdar in Xudê alîkarê me be û em li ser vî erkî û pêşxistina van pirojeyan berdewam bin.”

Tê nûkirin...