Mesrûr Barzanî: Em dixwazin binesazî û asayişa avê ya bihêztir ji bo nifşên xwe yên paşerojê bihêlin

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê dilxweşiya xwe ji bo danîna kevirê bingehîn ê rêya dualî ya Gomespan-Simaqolî nîşan da û got: “Em dixwazin binesaziyeke bihêztir, asayişa avê ya bihêztir û enerjiya paqijtir ji nifşên xwe yên pêşerojê re bihêlin.”

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 16ê Cotmehê bi bendava Gomespanê vekir û kevirê bingehîn ê rêya Gomespan-Simaqolî danî.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî li hejmara xwe ya tora civakî “X” nivîsî: “Bi vekirina mezintirîn bendava parêzgeha Hewlêrê û danîna kevirê bingehîn ê rêya Gomespan-Simaqoliyê dilxweş bûm.”

Mesrûr Barzanî got: “Em dixwazin binesaziyek bihêztir, asayişa avê ya bihêztir, enerjiya paqijtir û aboriyek pirrengtir û mezintir ji nifşên xwe yên pêşerojê re bihêlin.”

 
Fly Erbil Advertisment