Mesrûr Barzanî: Em dixwazin projeyên xizmetguzariyê bigihînin hemû gund û bajarokan

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî li navçeya Mêrgesorê kevirê bingehîn yê 21 projeyên xizmetguzariyê danî.
Serokwezîr Mesrûr Barzanî di gotarekê de got: “Ev piroje dê xizmetguzarî û asankariyên baş pêşkêşî welatiyên gund û bajarokên deverê bikin û bernameya hikûmetê ne tenê giringîpêdana bi navendên bajar û parêzgehên mezin e, lê belê gihandina kar û projeyên xizmetguzariyan bo hemû gund û bajarokan e, da ku hemû welatiyên Kurdistanê sûdê ji xizmetên giştî werbigirin.”
Herwiha got: “Armanceke din a hikûmetê, başkirina aboriyê û peydakirina derfetên kar ji bo niştecihên gundan e, bi rêya projeyên biçûk û navîn yên weke avakirina kargehên pêwîst li van deveran .
Serokwezîr Mesrûr Barzanî got: “Devera Barzan, herêmeke stratejîk e û di 120 salên borî de navenda sereke ya şoreş û serhildanên Kurdistanê bûye. Ev dever pêşengiya tevgera azadiya gelê Kurdistanê kiriye û gelek destkeftiyên gelê Kurdistanê bi dest xistine, ji ber wê yekê jî dijminên Kurdistanê hertim dijberiya Barzan û xelkê devera Bazranê kirine, ji ber ku xelkê vê deverê tu carî serê xwe li hember dijmin netewandiye. Di encama şer û pevçûnan de çendîn car gundên vê deverê hatine şewitandin û wêrankirin, lê xelkê vê deverê her tim vegeriyane warên xwe û ji her demê zêdetir dever ji nû ve ava kirine. Hêvîdar im ku dijmin ti carî nikaribin vê deverê û ti cihekî Kurdistanê dagîr bikin.”
Herwiha got: “Yên ku xewna tinekirina Barzan an jî şoreşa Kurdistanê didîtin, niha di gorê de ne, ji ber wê jî bi piştevaniya xwedê, Kurdistan û devera Barzan herdem serbilind û parastî ne. Ji bo avedankirina hemû gundên Kurdistanê jî, emê bernameyên xwe berdewam bikin.”
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê amaje bi wê jî kir: “Îro salvegera xiyaneta 16ê Cotmehê ye ku di rojeke wek îro de xiyaneteke mezin li gelê Kurdistanê bi taybet li bajarê Kerkûkê ku dilê Kurdistanê ye hat kirin. Bi saya Xwedê û piştgiriya miletê me, plana dijber û dijminên ku dixwestin tevahiya Kurdistanê dagir bikin, bi ser neket. Pêşmergeyên qehreman parastina Kurdistanê kirin û nehiştin ku planên wan biser bikevin. Ya girîng ew e ku gelê me vê îxaneta mezin ji bîr neke û divê bi îrade û biryara xwe sînorekê ji xayînan re deyne, da ku xiyanet berdewam nebe.”