Mesrûr Barzanî: Divê gelê me bi îrade û biryara xwe sînorekê ji xayînan re deyne

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî got: “Îro salvegera xiyaneta 16ê Cotmehê ye, ku di rojeke weke îro de xiyaneteke mezin li gelê Kurdistanê, bi taybet bajarê Kerkûkê ku dilê Kurdistanê ye, hat kirin.”

Serokwezîr Mesrûr Barzanî îro 16ê Cotmehê kevirê bingehîn ê 21 projeyên xizmetguzariyê yên taybet bi qîrkirina rêyan, dirustkirina piran û projeyên avê li navçeya Mêrgasorê danî. Piştre jî gotarek pêşkêş kir û di beşa dawî ya gotara xwe de behsa xiyaneta 16 Cotmehê kir.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî got: “Îro salvegera xiyaneta 16ê Cotmehê ye ku di rojeke weke îro de, xiyaneteke mezin li gelê Kurdistanê, bi taybet bajarê Kerkûkê ku dilê Kurdistanê ye, hat kirin.”

Herwiha got: “Bi saya Xwedê û piştevaniya gelê mem planên dijber û dijminên ku dixwestin tevahiya Kurdistanê dagir bikin biser neket, Pêşmergeyên qehreman berevanî li Kurdistanê kirin û nehiştin planên wan biser bikeve.”

Serokwezîr Mesrûr Barzanî got: “Ya giring ew e ku gelê me vê xiyaneta mezin ji bîr neke û divê bi îrade û biryara xwe sînoreke ji xayînan re deyne, da ku xiyanet berdewam nebe.”

 
Fly Erbil Advertisment