Qonaxa yekê ya parvekirina erdî li çend deverên Herêma Kurdistanê hat destpêkirin
Navenda Nûçeyan (K24) - Qonaxa yekê ya parvekirina parçeyên erdî li Hewlêr, Silêmanî, Germiyan û Zaxoyê hat destpêkirin û Wezîrê Şaredarî û Geştyariyê yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî ragehand, “Di rojên bê de qonaxên din tên destpêkirin.”
Bi amadebûna Wezîrê Şaredarî û Geştyariyê Sasan Ewnî û Parêzgerê Hewlêrê Umêd Xoşnaw, îro (Pêncşem, 17.10.2024) qonaxa yekê ya parvekirina pênc hezar parçeyên erdî li ser fermanberan 2 hezar û 300 parçeyên din jî li ser kesûkarên şehîdan û zindaniyên siyasî li bajarê Hewlêrê hat destpêkirin. Her îro ew pirose li Silêmanî û Germiyanê hat destpêkirin û li Zaxoyê jî dest bi bicihanînê hatiye kirin û erd tê parvekirin.
Tîrûpişka wan pênc hezar parçeyên erdî li bajarê Hewlêrê ji aliyê Wezîrê Şaredarî û Geştyariyê Sasan Ewnî ve bi amadebûna Parêzgerê Hewlêrê Umêd Xoşnaw hat kirin, paştir jî Wezîrê Şaredarî û Geştyariyê tekez li ser berdewamiya wê piroseyê bi amadebûna nûnerê wezaretên peywendîdar kir.
Wezîrê Şaredarî û Geştyariyê di çarçoveya parvekirina parçeyên erdî li Hewlêrê de ragehand, “Piroseya parvekirina erdî hat destpêkirin û ev jî mizgîniyeke xweş a Serokê Wezîran e ji bo tevaya fermanberên Hikûmeta Herêma Kurdistanê.”
Sasan Ewnî herwesa got, “Em îro hezar parçeyên erdî li sinorê Serokatiya Şaredariya Hewlêrê radigehînin, her îro hezar û parçeyên din jî li ser malbatên şehîdan û zindaniyên siyasî tên parvekirin, ku pêştir fermana wergirtina erdî hebû û niha rêkarên wan temam bûne, yanî tevaya wan dibin hezar û parçeyên erdî tên parvekirin.”
Navbirî di derheqa parvekirina erdî li Silêmanî û Germiyan û Zaxo û deverên din ên Kurdistanê de got, “Her îro li Serokatiya Şaredariya Silêmaniyê 6 hezar û 577 parçeyên erdî wekî qonaxa yekê tên parvekirin.”
Herwesa li sinorê Îdareya Serbixwe ya Germiyanê ji bo qonaxa yekê razemendî li ser 2 hezar û 474 parçeyên erdî hatiye dan û duhî jî hezar û 241 parçeyên erdî li Zaxoyê hatin ragehandin.
Wezîrê Şaredarî û Geştyariyê li ser berdewamiya wê piroseyê jî tekez li ser berdewamiyê kir û got, “Heta niha wezaret li ser şandina navên fermanberên xwe berdewam in û em dê di rojên bê de qonaxên din jî yên vê piroseyê rabigehînin.” Herwesa got, “Li hemî şaredariyan jî nexşeyê pêdivî li dû hejmara fermanberan hatiye amadekirin.”
Sasan Ewnî di derheqa parçeyên erdî yên bajarê Hewlêrê de got, “Ew nexşeyê hatiye amadekirin li ser 2 hezar û 90 doneman e û ji heşt taxan pêk hatiye, 4 hezar û 828 parçeyên erdî vedigire tevî hejmara din a zêde. Rûberê wan parçeyên erdî jî 200 metir e û divê kolanên wan ji 12 metiran kêmtir nebin. Cadeya 30 metirî tê de heye, herwesa hêla tiramê û hêla payiskilan û peyarê û baxçeyê biçûk ê nav malê û parka mezin û bingeha tendirustî û dibistan û baxçeyê savayan û mizgeft û xizmetkariyên din ku her roj tên bikaranîn.”