Gelek çiyayên Bakurê Kurdistanê bi berfê sipî bûne

Navenda Nûçeyan (K24) – Gelek deverên Bakurê Kurdistanê, taybet deverên bilind, ji niha ve bi berfê sipî bûne. Bilindahiyên Munzur heta Sipanê Xelatê û Agirî û Qersê berf dibare.
Li bakurê Kurdistanê zivistan rûyê xwe nîşan dide. Berfa ku çendek berê lûtkeyên Agirî û Sîpanê sipî kiribû, niha gihiştiye deverên niştecîbûnê.
Çiyavanên ku bo hilkişînê berê xwe dabûn lûtkeya Çiyayê Agirî, ji ber barîna berfê bi neçarî biryara vegerê dan. Berfa bilindahiyan xwe berdaye nava gundan û bandor li hatûçûnê dike.
Li navçeyên Erziromê jî berf daketiye navenda gund, bajar û bajarokan. Berf astengiyên cidî bo hatûçûnê dirust dike. Şêniyên Erziromê ji niha ve barîna berfê wek xêr û bereketê binav dikin.
Wek bilindaniyên Agirî û Sîpanê, li Çiyayê Munzurê Dêrsimê û gundên bilind jî berf dibare.Qamûşana Qersê jî gihişt berfa salê.
Li gor keşnasiya navçeyê, sarbûna keşûhewayê û barîna berfê dê berdewam be.