Elî Teter: Çi skalayek li parêzgeha Dihokê nehatiye tomarkirin û rêjeya tevlîbûnê jî bilind bû
Navenda Nûçeyan (K24) - Parêzgerê Dihokê radigehîne, “Çi skalayek di piroseya dengdana gişt ya gera şeşê ya Perlemana Kurdistanê de li sinorê parêzgeha Dihokê nehatiye tomarkirin.” Herwesa dibêje, “Rêjeya tevlîbûna welatiyan li parêzgeha Dihokê bilind bû. Lê eger arêşeya nexwandina şûntiliyan neba, ew rêje dê gelek bilindtir ba.”
Piştî temambûna piroseya dengdana giştî ji bo gera şeşê ya Perlemana Kurdistanê, Parêzgerê Dihokê Elî Teter di konferanseke rojnamevanî de spasiya wan hemî aliyan kir ên ku bizav kir piroseya hilbijartinan bi ser bikeve.” Herwesa got, “Ji seet 07:00 ê serê sibeha îro heta seet 06:00 ê êvarê, çi skala li Dihokê nehatin tomarkirin. Hin arêşe ji aliyê teknîkî ve hebûn, zê hatin çarekirina. Êvarê çend amûr ji kar keftin.”
Elî Teter ji ber serkeftina wê piroseyê pîrozbahî li xelkê Dihok û Kurdsitanê kir û got, “Ev piroseyeke demokrasî û şaristanî ye ku nûnerîtiya civaka Kurdistanê dike.” Herwesa got, “Ev ji bo Kurdistanê û tevaya xelkê Kurdistanê serkeftin e.”
Navbirî herwesa ragehand ku hejmareke zêde ya welatiyan ji ber nexwandina şûntiliyên xwe nekarî dengê xwe bide, ew jî ji ber sedemên teknîkî bû, lê pirose bi awayekî serkeftî bi rê ve çû.
Parêzgerê Dihokê Elî Teter di pareke din a daxuyaniyên xwe de got, “Ji bilî dataya Komisyonê, her datayeke bê ragehandin fermî nîne. Rêjeya tevlîbûna welatiyan li parêzgeha Dihokê bilind bû. Lê eger arêşeya nexwandina şûntiliyan neba, ew rêje dê gelek bilindtir ba.”