Fetullah Gulen koça dawiyê kir

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Cemaet (FETO) Fetullah Gulen li nexweşxaneyeke Amerîkayê koça dawiyê kir.
Malpera “Herkul” ya nêzî FETOyê şeva borî belav kir, Fetullah Gulen 20 Cotmehê li Amerîkayê di temenê 83 saliyê de koça dawiyê kir.
Biraziyê Fethullah Gulen Ebuseleme Gulen jî bi daxuyaniyekê li ser hesabê xwe yê medyaya civakî, nûçeya mirina wî piştrast kir.
Fetullah Gulen 27ê Nîsana 1941an li gundê Ooricix ê ser bi Hesenqelayê ya Erziromê jidayik bûye.
Di derbeya leşkerî ya 1961ê de, doza li dijî wî tê vekirin û bi cezayê sê salan tê darizandin, piştre doz tê betalkirin û 7 mehan di zîndanê de dimîne.
Di cûntaya leşkerî ya 1980î de fermana girtina wî tê belavkirin, lê ew rêça xwe dide tarîkirin. Sala 1986î tê girtin, lê dîsa tê berdan û bi fermî waîztiya xwe didomîne.
Di 21ê Adara 1999an de; Gulen, bi hinceta pirsgirêkên tenduristiyê çûbû Amerîkayê. Ew ji wê demê ve li Pennsylvania-yê dima.
Hikûmeta Tirkiyê Fethullah Gulen bi plansaziya hewla derbeya 2016 tawanbar dike.