Ercan Yilmaz: Sedema rûdana binpêkirinan çaresernebûna pirsa kurd e
Navenda Nûçeyan (K24) – Komeleya Mafên Mirovan a Şaxa Diyarbekir raportek a binpêkirina mafê xwepêşandanê û binpêkirina azadiya takekesî aşkere kir. Li gorî raporê sedema sereke ya binpêkirina mafê xwepêşandanan çaresernebûna pirsa kurd e ku navbera 2015 û 2024an de 570 xwepêşandan hatine qedexekirin an jî taloqkirin.
Ji aliyê Komeleya Mafên Mirovan a Şaxa Diyarbekirê ve raporteke binpêkirina mafê xweşêşandanê ya navbera tîrmeha 2015an û tîrmeha 2024an hat parvekirin. Li gorî raportê navbera 2015 û 2024an de 361 xwepêşandan rastî mudaxaleya hêzên ewlekariyê hatine, 570 xwepêşandan an hatine qedexekirin an jî hatine taloqkirin, 27 hezar û 984 kes hatine binçavkirin, 5 hezar û 677 kes hatine girtin, 436 welatî birîndar bûne. Mafnas balê dikêşin ku sedema sereke ya van binpêkirinan jî ew e ku li Tirkiyeyê pirsa kurd hîn nehatiye çareserkirin.
Serokê Komeleya Mafên Mirovan Ercan Yilmaz ji K24ê re got: “Sedema van binpêkirinan çaresernebûna pirsa kurd e. Em her dem dibêjin di welatek demokratîk de mafê xwepêşandanê tê parastin û Tirkiye ne welatek demokratîk e û heta ku pirsa kurd çareser nebe jî Tirkiye nabe welatek demokratîk.”
Di raportê de tê xwestin ku yasaya jimare 2911 were guherîn ku erkê qedexekirina xwepêşandanan û destnîşankirina cihê xwepêşandanan dide rayedaran û bal hate kêşan ku mafê xwepêşandanê mafek rewa û demokratîk e û divê rêz lê were girtin.
Serokê Rumetê Yê Komeleya Mafên Mırovan ê Gıştî Akin Bîrdal dibêje: “Di rabirdûyê de derfetên ku li Tirkiyeyê welatî bi awayeke azad û wekhev bijîn peyda bibûn, lê mixabin ew derfet ji holê rabûn û ev raporta ku îro tê parvekirin jî encama jidestdayîna wan derfetan e. Divê êdî pirsa kurd bi makezagonek demokratîk were çareserkirin.”
Raporta binpêkirina mafê xwepêşandanê ji tîrmeha 2015an dest pê dike ku pêvajoya çareseriyê di tîrmeha 2015an de têk çubû û bal tê kêşan çaresernebûna pirsa kurd çiqasî dirêj bibe dê ewqasî jî binpêkirin zêde bibin.