Serokê Giştî yê PDK-Tê serkeftina PDKê di hilbijartinan de pîroz dike

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Giştî yê Partiya Demokrat a Kurdistanê-Tirkiya (PDK-T) Mehmet Emîn Kardaş bi peyamekê serkeftina PDKê di hilbijartinên Parlemantoya Kurdistanê de pîroz kir.

Serokê Giştî yê (PDK-T) Mehmet Emîn Kardaş îro 22ê Cotmehê peyamek arasteyî Serokê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Mesûd Barzanî kir û tê de serkeftina PDKê di hilbijartinên Parlemantoya Kurdistanê de pîroz kir.

Kardaş herwiha got: “PDK; Lebata Kurdistanê û Rêbaza Nemir Mele Mistefa Barzanî ye. Ew rûmeta bizava netewe Kurdî ye; divabe herdem li her parçeyên Kurdistanê bi hêz li ser piya be! Hilbijartina roja 20.10 2024’ê ku li Herêma Kurdistana Federe hatî li dar xistin encam bi serkeftîna PDK bi dawî bû.”

Herwiha got: “Em PDK-T serkeftina PDK’ê pîroz dikin, em gelekî şanaz û kêfxweş bûn. Serokê PDKê Birêz Mesûd Barzanî pîroz dikin û di herdem û di her mercan da serkeftina cenabê wî dixwazin.”

 
 
Fly Erbil Advertisment