Komisyon: Me çi skalayeke reng sor nîne û em sibe encamên skalayan radigehînin

Navenda Nûçeyan (K24) - Komisyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan a Îraqê radigehîne ku, çi skalayeke reng sor li ser encamên hilbijartinên Perlemana Kurdistanê nîne û sibe encamên hemî skalayan radigehînin.
Birêveberê Rahênan û Rêkaran li Komisyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan a Îraqê Dawid Selman îro (Çarşem, 23.10.2024) ji malpera K24ê re ragehand, “Di her du dengdanên taybet û giştî yên Perlemana Kurdistanê de, 189 skala ji aliyê partî û aliyên siyasî ve li ser encamên hilbijartinan hatine tomarkirin.”
Ji bo pêdaçûna di wan skalayan de ên ku li ser hilbijartinên gera şeşê ya Perlemana Kurdistanê hatine tomarkirin, Komisyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan a Îraqê sê lijne ji bo cudakirin û pilebendiya cûnên skalayan pêk anîne.
Dawid Selman amaje jî da, “Piroseya pêdaçûn û bilebendiya skalayên aliyên siyasî berdewam e, heta niha me çi skalayeke reng sor nebûye, tenê skalayên reng kesk û zer hene.”
Navbirî di derheqa dema ragehandina encamên skalayan de jî eşkere kir, “Em bizavan dikin ku îro piroseya pêdaçûn û pilebendiya skalayan temam bikin û sibe (Pêncşem, 24.10.2024) encamên wan ji bo tevaya xelkî rabigehînin.”
Birêveberê Rahênan û Rêkaran li Komisyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan a Îraqê herwesa got, “Ez dûr dibînim ku encamên skalayan bandor li ser encamên hilbijartinan û hejmarên kursiyên aliyên siyasî hebin.”
Pêştir Berdevka Komisyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan a Îraqê Cumane Xelay jî ji K24ê re gotibû, “Skalayên reng kesk û zer bandor li ser encamên hilbijartinan nabin, lê skalayên reng sor pêdivî ye ji aliyê Civata Komisyaran ve biryar li ser bê dan û mimkin e bandor li ser encamên hilbijartinan hebe.”
Piroseya dengdana giştî ji bo hilbijartinên gera şeşê ya Perlemana Kurdistanê li roja Yekşema borî, 20.10.2024, bi rê ve çû. Du milyon û 686 hezar û 578 dengderan mafê dengdanê hebû, lê li dû amarên Komisyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan a Îraqê, du milyon û 87 hezar û 972 kes tevlî wê piroseyê bûn û rêjeya tevlîbûnê 72% bû. Bilindtirîn rêjeya tevlîbûnê jî li bazineya Dihokê hat tomarkirin ku 78% bû, herwesa li Hewlêrê 74%, li Silêmaniyê 65% û li Helebceyê jî 69% bû.
Li dû encamê destpêkê yê Komisyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan a Îraqê, lîsta Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) bi hejmara 190 karî 809 hezar û 172 dengan bi dest bixe, ku dibe 39% ya dengên hilbijartinên gera şeşê ya Perlemana Kurdistanê, anku dibin 39 kursî.