Li Enqereyê teqînek çê bû
Navenda Nûçeyan (K24) - Teqînek li beranberî Kompaniya Pîşesaziya Balafiran a Tirkiyeyê li Enqereyê çê bû, Wezîrê Navxwe yê Tirkiyeyê peyamek li ser wê bûyerê parve kir.
Wezîre Navxwe yê Tirkiyeyê li ser malpera xwe ya civakî di derheqa erîşa li ser Kahramankazana navçeya Enqereyê li Hevkariya Hevpar a Pîşesaziya Balafiran a Tirkiyeyê (TUSAŞ) hatî kirin agahî parvekirin.
Wezîrê Navxwe yê Tirkiyeyê Ali Yerlikaya di derheqa wê teqînê de ragehand, “Êrîşeke teroristî li ser Kompaniya Pîşesaziya Balafiran a Tirkiyeyê li Enqereyê hat kirin.”
Alî Yerlîkaya got, “Li Kahramankazana navçeya Enqereyê, li dijî Kompaniya Pîşesaziya Balafiran a Tirkiyeyê (TUSAŞ) êrîşeke teroristî hat kirin.”
Navbirî herwesa got, “Mixabin piştî wê êrîşê şehîd û birîndarên me çê bûn. Rehma Xwedê li şehîdên me be; ez ji birîndarên me re şifayê dixwazim.”
Wezîre Navxwe yê Tirkiyeyê herwesa ragehand, “Di derheqa geşedanan de, raya giştî dê bê agahdarkirin. Ji kerema xwe daxuyaniyên ji çavkaniyên fermî binirxînin.”
Medyayên Tirkiyeyê jî ragehand, “Ji encamê rûbirûbûna êrîşkeran û hêzên ewlehiyê, yek ji çekdaran xwe teqand. Herwesa çekdaran hejmareke welatiyan wekî barimte girtine.” Herwesa got, “Du çekdaran ew êrîş kiriye ser wê kompaniyên.”