Mesrûr Barzanî razemendî li ser girêbestkirina mamostayên wanebêj ên Wezareta Ewqafê da

Navenda Nûçeyan (K24) - Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê razemendî li ser girêbestkirina mamostayên wanebêj ên Wezareta Ewqafê da.
Birêveberê Ewqafa Hewlêrê Nebez Îsmaîl îro (Pêncşem, 24.10.2024) taybet ji malpera K24ê re ragehand, “Di pêngaveke din a dilxweşker de ji bo zêdetir xizmetkirina mamostayan, Serokwezîr Mesrûr Barzanî razemendî li ser girêbestkirina mamostayên wanebêj ên dibistanên olî yên girêdayî Wezareta Ewqafê û Karûbarên Olî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê da.”
Nebez Îsmaîl di pareke din a daxuyaniya xwe de ji malpera K24ê re got, “105 mamostayên wanebêj ên dibistanên girêdayî Wezareta Ewqafê û Karûbarên Olî li 21 dibistanên tevaya parêzgehên Herêma Kurdistanê feydeyî ji vê biryarê werdigirin.”
Birêveberê Ewqafa Hewlêrê tekez jî kir, “Serokwezîr Mesrûr Barzanî herdem di xizmeta Wezareta Ewqafê û mamosta û dibistanên olî de bûye û daxwaziyên wan bi cih anîne û gelek giringî pê daye.”